Hezîran 04, 2023 16:54 Asia/Tehran
  • Erdogan stratejiyên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê Tirkiyê

Serokkomarê Tirkiyê di axaftinekê da stratejiyên xwe di heyama nû ya serokkomartiya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê vî welatî ragihandin.

Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê di axaftinekê da li saziya serokkomartiya vî welatî li Enqereyê, piştî rêûrisma Sondxwarinê got ku ji bo avakirina sedsaletiya Tirkiyê hema ji îro va dê bixebite.

Wî tevî amajeya bi vêya ku ew piştevanê hemî gelê Tirkiyê ye, got ku ew ê emokrasiya xwe bi qanûneke bingehîn a azad û medenî û giştalî xurt bike ş dê ji qanûna bingehîn a niha ku encama darbeyeke leşkerî bû, rizgar bibe.

Receb Teyyîb Erdogan careke din soz da ku hemî soz û qirarên ku di dema hilbijartinan da dabûn gelê Tirkiyê bi cih bîne.

Cuda ji pirsgirêkên ji ber berxwegirtina rêbazên leşkerî ku hikûmeta Enqereyê tûşî wan bûye, peydakirina rêkarekê ji bo bidawîanîna qeyrana aborî û pirsgirêkên jiyana gelê Tirkiyê yek ji nîgeraniyên sereke yên Erdogan e. Nîgeraniyên ku li gorî bawera karzanan ji ber çaresernebûna van pirsgirêkan dê tenê di asta dirûşmeyan da bimînin.

Ji aliyê din va, kabîneya nû ya hikûmeta Erdogan pêkhatî ji 17 wezîran şû alîkarekî yekem e ku pirraniya wan endamên nû ne. Ji nav wezîrên danasandî, Muhemed Nûrî Ersoy Wezîrêî Çand û Geştyariyê û Fexreddîn Koca Wezîrê Tenduristiyê pêştir jî di hikûmeta Erdogan da hebûn.

Endamên din ên danasandî gişt ên nû ne.

Ti şik û gumanek tuneye ku Receb Teyyîb Erdogan wek serokkomarê sêzdehem di dîroka sedsalî ya Tirkiyê da, rewşeke herî dijwar li pêşiya xwe dibîne. Rewşa ku bêguman ji ber cihanîna siyasetên nedurist di warê navxweyî û derveyî di hikûmeta wî da ne. Tevî hebûna gişt pirsgirêkên li pêşberî Erdogan, wî di rêûrisma tehlîfa dora sêyem a serokkomartiya xwe da tekez kir: Ez ê ti wextî dev ji heqên Tirkiyê û gelê xwe bernedim û di vî warî da paşvenekişim.

Serepeyv