Dema sondxwarina Erdogan diyar bû
May 31, 2023 19:35 Asia/Tehran
Çavkaniyên agah li Tirkiyê Şemiya bê wek roja sondxwarina Receb Teyyîb Erdogan ragihandin.
Li gorî rapora ISNA'yê ji zarê çavkaniyeke agah li Enqereyê, Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê hilbijartî yê Tirkiyê dê roja Şemiyê 3ê Hezîranê sond bixwe.
Vê çavkaniyê ragihand ku endamên hikûmeta nû ya serokkomarê hilbijartî jî muhtemel e ku Yekşemiyê sond bixwin.
Rêûrisma sondxwarina nûnerên Meclîsa Tirkiyê jî ji bo roja Înîyê 2ê Hezîranê hatiye plandarêştin.