May 29, 2023 08:27 Asia/Tehran
  •  Serketina Erdogan di hilbijartinên serokkmariya Tirkiyê de

Receb Teyib Erdogan, Serokkomarê niha yê Tirkiyê di hilbijartina roja yekşemiyê de hevrikê xwe Kemal Kiliçdaroglû işkest da û cardinê karî ku kursiya serokkomariyê bo dewereyeke pênc salî bi dest bixe.

 Duh gerra dudyê ya hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê hat lidarxistin û piştî hejmartina sedî 98.06 ê dengan, Erdogan  sedî 52.12 ê dengan û Kiliçdaroglû sedî 47.88 dengan bi dest xistin.

 Gerra ewilî ya hilbijartinan bi encama sedî 49.51 ê dengan bo Erdogan û sedî 44.8 ê  bo Kiliçdaroglû bi dawî hat û di dawiyê de duh Erdogan karî hevrikên xwe Kiliçdaroglû işkest bide.

 Alîgirên Receb Teyib Erdogan piştî ragihandina encamên nefermî yên gerra dudyê ya Hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê li bajarên curbicur ji wan Enqerê û Stenbolê derketin kolan û çarsiyan û serketina wî cejn girtin.

 Seyd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di peyamekê de serketina dubare ya Receb Teyib Erdogan di hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê ew nîşana  dewama  baweriya gelê Tirkiyê li wî da zanîn.

 Erdogan di salên derbasbûyî de ji ber qeyrana  aborî û  sînorên zêde di warên mafên Mirovan û binpêkirina serweriya qanûnê ketibû bin zexta siyasî û karzan ser vê bawerê ne ku  pisgirêkên Tirkiyê bi taybet qeyrana aborî ya Tirkiyê di dera  nû ya desthiladraiya Erdogan jî yê çareser nebe.

Serepeyv