Li Tirkiyê hilbijartin destpê bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i341293-li_tirkiyê_hilbijartin_destpê_bûye
Hilbijartina serokkomariyê û parlemana Tirkiyê îro yekşemiyê ji siet 8 serê sibê ve li gor dema Enqerê destpê bûye.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
May 14, 2023 04:40 Asia/Tehran

Hilbijartina serokkomariyê û parlemana Tirkiyê îro yekşemiyê ji siet 8 serê sibê ve li gor dema Enqerê destpê bûye.

Wergirtina dengan bo mideha 9 sietan yê bidome û siet 5 - ê êvarê  proseya denngirtinê yê bi dawî bibe lê li gor qanûna hilbijartinan, navendên dengwergirtinê dikarin dema dengwergirtinê dirêj bikin. 

 Encama hilbiajrtinan yê îşev were ragihandin û siet 12 ê îşev Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê yê encamên giştî ragihîne. 

 Bazneyên denngirtinê bo 81 parêzgehên Tirkiyê hatine parvekirin û zêdetirî 64 milyon kes mafê dengdanê hene ku di vê navberê de zêdetirî 5 milyon kes ji nav ciwanan in ku bo cara ewilî dengê xwe didin. 

 Herikiya sereke di navbera Receb Teyib Erdogan, berbijarê AKP û serokkomarê niha û Kemal Kiliçdaroglû, berbijarê opozîsypnê ye. 

 Li gor  dawîn rapirsiyan, sedî 51. 1 dengan bo Kiliçdaroglû û sedî 43.2 dengan jî yê bo Receb Teyib Erdogan bin.