Adar 29, 2023 17:16 Asia/Tehran
  • Bihaya Dolar li hember lîreyê Tirkîyê careka din jorda çû

Dolarê Amerîkî li hember lîreyê Tirkî bilind dibe û dolarek gihişte 19 lîre û 118 quruşan.

Geşedanên aborî yên li Amerîkayê bandorê li nirxê dolar dikin.

Zêdekirina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve dibe sedem ku nirxê dolar li hember diravên biyanî zêde bibe.

Piştî ku doh 28ê Adarê dolar gihişte 19 lîre û 120 quruşan, îro sibehê 29ê Adarê dolarek li bazarên Tirkiyê bi 19 lîre û 118 quruşan danûstandin pê tê kirin.

Euro jî bi 20 lîre û 732 quruşan e û Sterlinjî 23 lîre 579 quruşan e.