Gotinên Bîlgen bûne sedema demdirêjbûna hepsa Demirtaş
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i340419-gotinên_bîlgen_bûne_sedema_demdirêjbûna_hepsa_demirtaş
Dema weşandina hin beşên daxwaznameya cezakirinê ya Tawanbarên Dosîya Kobanîyê, gotinên endamekî berê yê HDP hatin aşkirakirin ku bûn sedema girtina Selaheddîn Demirtaş.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 27, 2023 11:35 Asia/Tehran
  • Gotinên Bîlgen bûne sedema demdirêjbûna hepsa Demirtaş

Dema weşandina hin beşên daxwaznameya cezakirinê ya Tawanbarên Dosîya Kobanîyê, gotinên endamekî berê yê HDP hatin aşkirakirin ku bûn sedema girtina Selaheddîn Demirtaş.

6 salan piştî giritna hejmarek sîyasetvanên HDP ji wan hevserokên vê partîyê Selaheddîn Demirtaş û Fîgen Yûksekdag`ê têkildarî Dosîya Kobanîyê, hin medyayên Tirkîyê ragihandin ku axavtinên kesên wsekî Ayhan Bîlgen endamê berê yê HDP di vê dosîyê da bûne sedema girtina hin sîyasetvanên kurd û demdirêjbûna dema hepsîbûna kesn wekî Demirtaş.

Li gorî ragihandina medyayên Tirkîyê, Ayhan Bîlgen di civîna dafghehê ya taybet bi Dosîya Kobanîyê da idia kirîye ku HDP û dezgehên ser bi wê û  çalakên sîyasî yên vê partîyê, li gorî fermana rêxistinên çekdar ên PKK û KCK kar dikin. 

Hin medyayên Tirkîyê beşeke gotinên Ayhan Bîlgen weşandin û ragihandin ku Bîlgen li dadgehê Demirtaş û hin sîyasetvanên HDP bi hevkarîya digel PKK tawanbar kirîye ku Tirkîye ewê wek rêxistineke terorîst nas dike.