Adar 25, 2023 18:45 Asia/Tehran
  •  Nerazîbûna Tirkiyê li himber rapora Amerîkayê di warê mafên mirovan da

Tirkiyê tevî rexnekirina rapora Amerîkayê di warê mafên mirovan da dijî vî welatî, ji Waşîngtonê xwest ku dewsa ku destwerdanê li karûbarên welatên din bike, bila karnameya xwe ya reş di warê mafên mirovan de hilkole.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiy, duh Înîyê bi daxûyaniyekê, tevî şermezarkirina rapora Amerîkayê di warê mafên mirovan da dijî vî welatî, ji Waşîngtonê xwest ku bila dewsa hilkolandina mafên mirovan ên welatên din ser karnameya xwe ya reş têkildarî mafên mirovan bisekine.

 Di vê daxûyaniyê de, rapora Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, raporeke nerastîn, bêbingeh û alîgirane dijî Tirkiyê hatiye zanîn.

 Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê, armancên siyasî yên Amerîkayê ji vê raporê eşkere kirin û ragihand: “Em vê raporê bi tundî şermezar dikin.”

 Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di rapora xwe ya nû de derbarê rewşa mafên mirovan li Tirkiyê, Enqerê ji ber rawestana li ber PKK û alîgirên Gulen (ji dijberên sereke yên AKP’yê) bi binpêkirina mafên mirovan tawanbar kir.

 

Serepeyv