Adar 23, 2023 14:34 Asia/Tehran
  •  Hevserokê HDP’yê: Em ê bi navê ““Partiya Çep a Kesk” beşdarî hilbijartinan bibin

Hevserokê HDP’yê ‘Midhet Sencer’ ragihand ku ew ê bi navê “Partiya Çep a Kesk” bikevin hilbijartinên 14ê Gulanê.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ‘Midhet Sencer’ roja Çarşemê 22ê Adara 2023an di bernameyeke medyaya Tirkiyê de mijarên di rojevê de nirxandin.

‘Midhet Sencer’ li ser doza girtina partiya wan HDP’yê amaje bi wê yekê daye ku %1 jî egera girtina HDP’yê hebe ew hilbijartinan naxin metirsiyê û ji ber wê yekê jî dê li ser navê “Partiya Çep a Kesk” bikevin hilbijartinan.

Sencer destnişan kiriye ku ji bo hilbijartinên parlamentoyê jî ew ê wek hevpeymanî û li 81 parêzgehan bi navê “Partiya Çep a Kesk” bikevin hilbijartinan. Sencer dibêje armanca wan di hilbijartinên 14ê Gulanê de zêdeyî 100 parlamenteriyê bi dest bixin.

 (HDP) hefteya borî, bi armanca paşxistina rûniştina doza girtinê serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dabû.

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’yê, hefteya borî bi fermî serî li Dadgeha Destûrê da û daxwaz kir, ku rûniştina doza HDP’yê bo piştî hilbijartinên 14ê Gulana 2023ê bê paşxistin.

 

Serepeyv