Adar 19, 2023 17:47 Asia/Tehran
  •  Tirkiya di beşa pêşeyên eskerî da bi 84 welatan re hevkarî dike

Tirkiyê bona bikaranîna derfetên di warê hinardekirina pêşeyên eskerî û çareserkirina pirsgirêkên dabînkirina kelûpelên eskerî û berevaniyê û amûrên yedekî û pêtek bi 84 welatan re rêketinnameya hevkariya pêşeyên berevaniyê wajo kiriye.

Li gorî rapora Ajnasa Nûçeyan a Anadolû`yê, jordebirina asta berhemanînê û hinardekirina pêşeyên berevaniyê bi rêya berfirehkirina hevkariyên navneteweyî û şopandina şîrketên çalak di warê piştgiriya ji wan bona garantîkirina pêvajoya mayînde ya berhemanînê û hinardekirinê ji armancên wajokirina rêketinnameya hevkariya pêşeyên eskerî ne.

 Demajoya hevkariyê di warê pêşeyên berevaniyê bona jordebirina hinardekirina berhemên pêşeyên eskerî û berevaniyê yên Tirkiyê û dabînkirina hewcetiyên welêt û welatên din û çareserkirina pirsgirêkên welatan di warê pêşeyên bertevaniyê cih tê.

 Serokatiya Pêşeyên Berevaniyê ya Tirkiyê bona gihêştina bo vê armancê, civînên nirxandinê bi şîrketên berhemanînê bona bernameya startejk a hevkariyên navneteweyî li dar dixe.

 Nîşangehên navneteweyî ên pêşeyên eskerî, rol û cih û şûnkeke giring di warê geşatiya van pêşeyan û jordebirina asta hinardekirina berhemên pêşeyên eskerî yên Tirkiyê heye.

 

Serepeyv