Zêde ji 21 hezar koçberên bêdestûr ji Tirkîyê hatin dersînorkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i340126-zêde_ji_21_hezar_koçberên_bêdestûr_ji_tirkîyê_hatin_dersînorkirin
Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê ragihand ku ji destpêka îsal va heta nika 21 hezar û 211 koçberên bêdestûr ji vî welatî hatine dersînorkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 14, 2023 14:57 Asia/Tehran
  • Zêde ji 21 hezar koçberên bêdestûr ji Tirkîyê hatin dersînorkirin

Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê ragihand ku ji destpêka îsal va heta nika 21 hezar û 211 koçberên bêdestûr ji vî welatî hatine dersînorkirin.

Tirkîyê di van salên dawîyê da bilî girtina pêşîya derbasbûna bi dehan hezar penaxwaz û koçberî, bi hezaran koçberên bêdestûr jî desteser kirine û ji vî welatî dersînor kirine. Eva di halekî da ye ku gellek penaxwaz û koçber ji ber pirsgirêkên aborî yên giran ên aborî û emnî neçar dimînin ku welatê xwe biterikînin.

Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê pêgirî kirîye yê desteserkirin û derxistina koçberên bêdestûr bidomîne.

Li gorî agahîyan, hêzên Tirkîyê di haleta herî nû da, 134 koçberên bêdestûr yên Efxan li Stenbolê desteser kirine û vegerandina welatê wan.