Adar 14, 2023 16:29 Asia/Tehran
  • Hejmarek endamên HDP’yê û ‘Dayîkên Aştîyê’ li Izmîra Tirkîyê hatin desteserkirin

Polîsên Dijeterorê yên Tirkîyê di encama êrişa ser malên endamên HDP’yê û ‘Dayîkên Aştîyê’ li Izmîrê da 13 kes desteser kirin.

Medyayên Tirkîyê ragihandin ku di encama êrişa Polîsên Dijeterorê yên vî welatî ser malên endamên HDP’yê û Dayîkên Aştîyê li Izmîrê da 13 kes hatin desteserkirin.

Rêvebirê Çiqa Izmîrê ya HDP’yê ‘Mahsun Koç‘ Endamê Civata HDP’yê Mehmed Sebrîgul, Rêvebira HDP’yê Hedîye Korkut, Edîbe Sincar, Gulyuz Dag, Nefûsa Ataç, Famîle Arî, Fedîn Gul endamên HDP’yê û Siltan Yagmekan, Henîfe Gumuş, Ayten Gulmez, Zeyneb Çelîk û Fatma Surme endamên Koma Dayîkên Aştîyê ew kes in ku hatine desteserkirin.

Roja Yekşemê jî polîsan di encama serdegirtina malên hejmarek çalakên sîyasî da, herî kêm 9 çalakên sîyasî ser bi Partîya Sosyalîst a Destkurtan (ESP), Federasyona Civatên Ciwanên Sosyalîst û encamên Konseya Jinên Sosyalîst û rojnamevan Elîf Bayburt nûçegîhana Etkin Haber’ê li Stenbol, Enqere û Adanayê desteser kirin.

 

 

Serepeyv