Adar 10, 2023 18:05 Asia/Tehran
  • Erdogan biryara ku hilbijartin di 14ê Gulanê da bê nûkirin, îmze kir

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîb got: “Li gor rayeya ku ji benda 116emîn ya Destûra Bingehîn tê, min biryara ku hilbijartinên di 18ê Hezîrana 2023an da di 14ê Gulanê da bên çêkirin, îmze kir.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîb Erdogan der barê Hilbijartina Serokkomariyê û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteran ya Heyama 28an da axivî.

Erdogan diyar kir ku wê hilbijartin 14ê Gulanê da bên çêkirin û wiha got, “Li gor rayeya ku ji benda 116emîn ya Destûra Bingehîn tê, min biryara ku hilbijartinên di 18ê Hezîrana 2023an da di 14ê Gulanê da bên çêkirin, îmze kir.”

Recep Teyyîb Erdogan diyar kir piştî ku biryara nûkirina hilbijartinan ya di 14ê Gulanê da sibê di Rojnameya Fermî da bê weşandin wê Lijneya Hilbijartinê teqwîma 2 mehî ya hilbijartinê bide destpêkirin.

Erdogan der barê çêkirina avahiyên li herêma erdhejê da got em ê beş bi beş temam bikin da ku ji bo 3,5 milyon însanên xwe ciyên nû, ewledartir û aramtir çêkin û wiha dewam kir, “Li herêma erdhejê armanca me ew e ku em di nava salekê da 244 hezar avahî û 75 hezar xaniyên li gundan jî di navê da 319 hezar xanî ava bikin û teslîmî xwediyên wan bikin.”

 

Serepeyv