Erdogan vekişîna Akşener’ê ji Maseya Şeşalî negirîng da zanîn
Seroka ÎYÎ Partiyê ‘Meral Akşener’ duh bi daxuyaniyekê vekişîna partiya xwe ji Hevpeymaniya Millet’ê ku wek “Maseya Şeşalî” jî tê naskirin eşkere kir ku ev yeka bû sedema bertek û nîqaşên berfire.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîb Erdogan li ser vekişîna Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener’ê ya ji maseya şeş partiyan got: “Me çend mehan berî vîya jî gotibû ku dê wisa bibe. Vekişîna Akşener’ê ji hevalbendiya Millet’ê negirîng e.
Erdogan herwiha got: “Jixwe me wek ‘Tifaqa Cumhur’ biryar daye carê li ser vê mijarê neaxivin û me armanca xwe destnîşan kiriye. Me rêya xwe diyar kiriye û niha jî em hemû xebatên xwe li ser vê yekê dikin. Ew çi bikin bila bikin, em plan û nexşeya xwe didomînin.”
Erdogan herwiha got: “Li Tirkiyê erdhej qewimîye. Di halekî da ku em dilnîgeranê canê mirovan in ew di fikra me da ne. Dema wan ew kar dikirin me ligel 110 karzan û mamostayan û wezîrên kabîneya xwe li Koşka Dolme Baxçeyê, pirsgirêk hildikolandin, ji ber ku em di fikra canê xelkê da ne.”