AFADê amarên nû yên erdheja li Mereşê ragihand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i339618-afadê_amarên_nû_yên_erdheja_li_mereşê_ragihand
 Serokê Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Awarte (AFAD) ragihand, heta niha di erdheja li Mereşê de li 11 bajaran 40 hezar û 642 kesan canê xwe ji dest dane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 18, 2023 16:02 Asia/Tehran
  •  AFADê amarên nû yên erdheja li Mereşê ragihand

 Serokê Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Awarte (AFAD) ragihand, heta niha di erdheja li Mereşê de li 11 bajaran 40 hezar û 642 kesan canê xwe ji dest dane.

Serokê AFADê Yunus Sezaer îro Şemiyê 18ê Sibata 2023an amarên nû yên erdheja li Mereşê eşkere kir û got: “Piştî erdheja di 6ê Sibatê de 5 hezar û 700 paşhej qewimîne. 

Yunus Sezer diyar kir ku di erdhejên li Meraşê de heta niha 40 hezar û 642 kesan canê xwe ji dest dane.

Sezer diyar kir ku li Hatayê 13 hezar karmendên lêgerîn û rizgarkirinê dixebitin û destnîşan kir ku li hemû qadan 74 hezar karmend dixebitin.