Hejmara gorîyên erdheja li Tirkîyê ji 29 hezar kesî debras bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i339475-hejmara_gorîyên_erdheja_li_tirkîyê_ji_29_hezar_kesî_debras_bû
Rêvebirîya Bûyerên Nişkêveyî û Rewşa Awarte ya Tirkîyê ragihand, heta niha di encama erdhejê de 29 hezar û 605 kesan jiyana xwe ji dest dane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 12, 2023 16:29 Asia/Tehran
  • Hejmara gorîyên erdheja li Tirkîyê ji 29 hezar kesî debras bû

Rêvebirîya Bûyerên Nişkêveyî û Rewşa Awarte ya Tirkîyê ragihand, heta niha di encama erdhejê de 29 hezar û 605 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rêvebirîya Bûyerên Nişkêveyî û Rewşa Awarte ya Tirkîyê (AFAD) di daxûyanîyekê da herwiha ragihand: 147 hezar û 934 mexdûrên erdhejê jî bo bajarên din hatine şandin.

Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê jî ragihand ku hejmara birîndaran jî rabûye 80 hezar û 278 kesî. 

Di encama erdheja ku di 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Xarpêt, Osmaniye, Edene û Hatayê qewimî, herwiha gellek avahî kavil bûne.

Erdhejê bandor li Sûriyê ji wan herêma Efrînê jî kir û bûye sedema wêraniyeke mezin û mirina bi sedan kesan û birîndarbûna bi hezaran kesî.