Alman û Otrîşê hawargiheştina li parêzgeha Hatay a Tirkîyê sekinandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i339469-alman_û_otrîşê_hawargiheştina_li_parêzgeha_hatay_a_tirkîyê_sekinandin
2 komên hawargiheştin û rizgarkirinê yên Alman û Otrîşê ji ber bûyer û dilnigeranîyên emnî karê xwe li başûr-rojhilata Tirkîyê sekinandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 12, 2023 12:47 Asia/Tehran
  • Alman û Otrîşê hawargiheştina li parêzgeha Hatay a Tirkîyê sekinandin

2 komên hawargiheştin û rizgarkirinê yên Alman û Otrîşê ji ber bûyer û dilnigeranîyên emnî karê xwe li başûr-rojhilata Tirkîyê sekinandin.

Li gorî rapora malpera Deutche Welle`yê, Berdevkê Koma Rêxistina Hawargiheştin û Rizgarkirinê ya Teknîkî ya Almanê (THW) ragihand: Vê tîmê karê xwe ji ber ajawegêrîyan li parêzgeha Hatay ya Tirkîyê sekinand. 

Berdevkê Artêşa Otrîşê jî ragihand ku komên hawargiheştin û rizgarkirinê yên artêşa vî welatî ji ber gêre û pevçûnên bi çekan ên di navbera komên tirk da, karê xwe li parêzgeha Hatayê sekinand.