Sibat 10, 2023 17:49 Asia/Tehran
  • Heta niha 1300 paşelerze piştî erdheja sereke li Tirkiyê hatine tomarkirin

Li gorî ragihandina rayedarên Tirkiyê, Heta niha 1300 paşelerze piştî erdheja sereke li Tirkiyê hatine tomarkirin.

Fuad Oktay Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê êvara Pêncşemiyê ragihand ku heta vê demê 1300 paşelerze piştî erdheja sereke li deverên erdhejlêqewimî yên vî welatî hatine tomarkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, “Fuad Oktay” Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê di press konferanseke li AFAD’ê diaxivî, got: “Heta niha 17 hezar û 674 kesan ji ber erdhejê canê xwe ji dest dane û 72 hezar û 879 kes jî birîndar bûne.” Helbet ev hejmar niha zêdetir bûye.

Oktay her wiha got: “Bi giştî 120 hezar û 344 kes li deverên erdhejlêqewimî yên Tirkiyê çalak in.” Wî got: “29 hezar û 622 tîmên lêgerîn û rizgarkirinê operasyona alîkarîgihandinê didomînin.”

Hêjayî gotinê ye, derdora 13 miliyon kes li 10 parêzgehên Tirkyiê ji wan Edene, Adiyaman, Diyarbekir, Xazîentep, Hatay, Kilîs, Meletî, Osmaniye û Ûrfayê ketine bin bandora erdheja giran a ku berbanga Duşemiyê, 6ê Sibata 2023an qewimî.

 

 

Serepeyv