Sibat 09, 2023 18:58 Asia/Tehran
  •  Li girtîgeha Hatayê serhildan; herî kêm 12 kes hatin kuştin an birîndarkirin

Di encama serîrakirina girtîyan li girtîgeha Hatayê da herî kêm 12 kes hatin kuştin an birîndarkirin.

Li girtîgeha Hatayê berpirsan rê neda ku girtî bi malbatên xwe li deverên erdhejlêketî ra bikevin têkilîyê, lewma girtîyan serî rakirin û di encamê da herî kêm 3 kes hatin kuştin û 9 kes jî hatin birîndarkirin.

Piştî serîrakirina girtîyan li zîndana Hatayê, hêzên candirme dest bi gulleavêtinê kirin. Li gorî agahîyan 12 girtî veguhestine nexweşxanê ku ji wan 3 kesan canê xwe ji dest dan. Girtîyên mayî jî veguhestin nexweşxanên din.

Girtîyên dilnigeranê malbatên xwe ku di bin kavilan da mane, ji berpirsên girtîgehê xwestin ku rê bidin ew bi malbatên xwe ra bikevin têkilîyê lê wan nehîştin. Ji dîmenên hatine weşandin kivş e ku agir berbûye beşeke girtîgeha Hatayê û ekîbên vemirandina êgir li wir bi cih bûne.

Serepeyv