Rapor | Kêşe û gengeşeyên têkildarî berbijarbûna Erdogan gurrtir dibin
Di halekî de ku AKP’yê bi fermî berbijariya Erdogan bo dewreyeke din a serokkomariya Tirkiyê ragihand, pirsgirêkên derbarê berbijariya wî her roj zêdetir bûne û partiyên Opozîsyonê, vê biryara Erdogan neqanûnî dizanin.
Hevgavê ragihandina fermî ya berbijariya Receb Teyyîb Erdogan, bo dewreyeke din a serokkomariya Tirkiyê, partiyên Opozîsyonê, wî tawanbar dikin ku posta xwe bi kar tîne ku Qanûna Bingehîn a Tirkiyê binpê bike. Helbet partiyên Opozîsyonê yên Tirkiyê, ji ber hin hegeran berbijariya Erdogan di vê qonaxê de neqanûnî dizanin.
Hevalbendiya şeş partiyên dijberê Erdogan ser vê bawerê ne ku li gor Qanûna Bingehîn a Tirkiyê, her serokkomarek zêdetirî du caran nikare bibe serokkomar û Selahedîn Demirtaş yek ji rêberên zîndanî yên Partioya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ragihandiye ku eger Erdogan biryareke wiha bigire, yê dijî wî dozê veke; ya yekem ji ber biryara wî ya neqanûnî û ya duyem jî ji ber ku bawernameya wî ya xwendinê cihê şik û gumanê tê de heye.
Di halekî de ku li gor encama rapirsiyan di nava Tirkiyê de, muhtemel e Erdogan di hilbiajrtinên pêşber de tûşî şikestê were, wer tê xuyakirin, civînên hevalbendiya şeş partiyên dijberê wî bi nunerên HDP’yê li ser berbijarê serokkomariyê diçe ku bigihêje encameke erênî. Ger çi ev civînên eşkere û nepenî rastî rexneyên her du aliyan tên.
Eva di halekî de ye ku Mustefa Şentop, Serokê Parelaman Tirkiyê di axiftinekê de wek berteka li hember kesên ku berbijariya Receb Teyyîb Eedogan, Serokkomarê Tirkiyê neqanûnî dan zanîn, ragihand ku eva cara diduyan e ku Erdogan bo hilbijartinên serokkomariyê xwe dike berbijar û ev kar ne dijî qanûnê ye.
Şentop wek endamekî pilebilind ê AKP’yê got: “Dewreya ku em tê de ne, yekim dewreya serokkomariya Erdogan e. Berbijartiya wî bo cara diduyan yê qanûnî be û tu hewcetî bi biryara parlemanê tine.”Hêjayî gotinê ye ku li gor Qanûna Bingehîn a Tirkiyê her kesek tenê dikare du dewreyan bibe serokkomar.
Erdogan di dewreyên derbasbûyî de carekê li gor sîstema parlemanî bû serokkomar û carekê jî di sala 2018’an de li gor sîstema nû ya serokatiyê wek serokkomar hat hilbijartin.