Gotinên Soylû derbarê operasyona hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i338806-gotinên_soylû_derbarê_operasyona_hêzên_ewlehiyê_yên_tirkiyê
 Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê îdia kir ku hêzên vî welatî di sala 2022’an de, 16 hezar û 212 operasyon dijî “Rêxistinên terorîstî” bi cih anîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 14, 2023 09:51 Asia/Tehran
  • Gotinên Soylû derbarê operasyona hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê

 Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê îdia kir ku hêzên vî welatî di sala 2022’an de, 16 hezar û 212 operasyon dijî “Rêxistinên terorîstî” bi cih anîne.

Sulêyman Soylû got: “Di nav rêxistinên terorîstî yên ku Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ew kirine armanc û dijî wan rabûye de, em dikarin  amaje bi Koma terorîst a DAIŞ’ê, rêxistinên çepgir,  PKK û Tevgera Gulen (Fethullah Gulen) bikin.”

 Soylû tevî ragihandina vê yekê ku di nav operasyonên hanê de, 28 hezar kesên  gumanabarê endametiya di nav rêxistinên qedexe de  hatine desteserkirin, got: “Ji nav girtiyan, 4 hezar û 545 kes piştî lêkolîn û  slimandina  tawanên wan bi fermî hatin girtin.”

 Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê her wiha got ku pêkhateya rêxistinên çepgir ên mîna ”Bere-Partiya Rizgarker a Gel a Şoreşger”, “Partiya “Komonîst (Marksîst-Lenînîst) a Tirkiyê”, “Partiya Komonîst-Marksîst-Lenînîst” û “Partiya Komonîst-Maûîst” gundewarên Tirkiyê tam ji nav çûye.