8 endamên DAIŞ’ê li Tirkiyê hatin desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i338309-8_endamên_daiŞ’ê_li_tirkiyê_hatin_desteserkirin
Malpera nûçeyan a TRT’yê ragihand ku 8 endamên DAIŞ’ê li başûrê Tirkiyê hatin desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 24, 2022 11:42 Asia/Tehran
  •  8 endamên DAIŞ’ê li Tirkiyê hatin desteserkirin

Malpera nûçeyan a TRT’yê ragihand ku 8 endamên DAIŞ’ê li başûrê Tirkiyê hatin desteserkirin.

 Li gorî rapora malpera TRT’yê ya Tirkiyê, kesên hanê di encama operasyona hevpar a Hêzên Polîs û MIT’ê li parêzgeha Hatayê hatin destesrkirin.

Di vê raporê de hatiye: Ehmed Elî bi navê rêxistinî ya Ebû-Sulêyman El-Eşkar ji fermandên gurdana koma terorîstî ya DAIŞ’ê jî ji kesên desteserkirî ye. Her wiha hin wêneyên naveroka beyeta van kesan bi Ebû Hesen El-Haşimî El-Qureyşî, Serkirdeyê DAIŞ’ê û şewitandina alaya Tirkiyê ji hêla van kesan ve jî hatine keşfkirin.

Girtina endamên DAIŞ’ê li Tirkiyê di halekî de ye ku pêştir û piştî bidesthilatbûna vê komê li Iraq û Sûriyê, civaka navneteweyî, Enqere tawanbar kiribû ku DAIŞ’ê wek darê destan bona bêewlehkirina Sûriyê bi kar tîne.