20 welatiyên Tirkiyê li Amedê hatin desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i338212-20_welatiyên_tirkiyê_li_amedê_hatin_desteserkirin
20 welatiyên amedî ji wan çend rojnamevan di encama êrişa serê sibehê ya polîsê Tirkiyê ser malên wan hatin desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 18, 2022 15:14 Asia/Tehran
  • 20 welatiyên Tirkiyê li Amedê hatin desteserkirin

20 welatiyên amedî ji wan çend rojnamevan di encama êrişa serê sibehê ya polîsê Tirkiyê ser malên wan hatin desteserkirin.

Di encama êrişa serê sibehê ya hêzên polîsê Tirkiyê ser malên hinek welatiyên amedî ji wan çend rojnamevan û çalakvanên medyayê û çalakvanên sivîl, 20 welatî hatine desteserkirin.

Nûçegihanên xwecihî ragihandiye ku hêzên polîs serê sibehê bi işkandina deriyên malên van kesana ketin nav malên wan û ew desteser kirin.

Navên hinek kesên desteserbûyî ew in: Sûfî Ûrhan, fotografê sînemayê, Mezlûm Kardaş, Fermandar Kardaş, Suhbert Yildiz û Muhsin Acar.

 Hîna derbarê hegera girtina van kesana ti agahî tinene.