Tirkiyê bi sersarî bertek nîşanî cinayetên Rejîma Siyonîst dijî filistîniyan da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i337974-tirkiyê_bi_sersarî_bertek_nîşanî_cinayetên_rejîma_siyonîst_dijî_filistîniyan_da
Wezareta karên derve ya Tirkiyê bi sersarî bertek nîşanî cinayeta Rejîma Siyonîst a nû li dijî filistîniyan da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 04, 2022 11:55 Asia/Tehran
  • Tirkiyê bi sersarî bertek nîşanî cinayetên Rejîma Siyonîst dijî filistîniyan da

Wezareta karên derve ya Tirkiyê bi sersarî bertek nîşanî cinayeta Rejîma Siyonîst a nû li dijî filistîniyan da.

Li gorî rapora Malpera T24'ê ya Tirkiyê, Wezareta karên derve ya Tirkiyê roja Yekşemiyê bi dayîna daxuyaniyekê nîgeraniya xwe ji gurrbûna pevçûnan di navbera leşkerên Rejîma Siyonîst û filsitîniyan li rojhilatê Qudsê û Qiraxa Rojavayê Çemê Urdinê diyar kir û tenê ji bo şehîdên filistînî daxwaza lêborîna ji Xwedê kir.

Wezareta karên derve ya Tirkiyê ji rayedarên israyîlî xwest ku tevdîrên pêwîst ji bo rêgirtin li gurrbûna pevçûnan û kuştina welatiyên sivîl bigirin ber xwe.

Nêzikatiya peywendiyên Tirkiye û Israîlê di mehên dawî da bilez bûye. Piştî hevdîtin û hatûçûna rayedarên du aliyan, dewleta Tirkiyê asimanê vî welatî li ser balefirên israîlî vekir û pêvajoya hevkariyên dîplomatîk zêde bûye.ç

Ev rêbaza Enqereyê bûye sebeba nerazîtiya raya giştî li Cîhana Îslamê.