Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 155 gund û mezrayan hate girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i337865-li_colemêrgê_ji_ber_berfê_rêya_155_gund_û_mezrayan_hate_girtin
Li Colemêrg û navçeyên wê duh berfeke zêde barî û li navend û navçeya wê Geverê rêyên 45 gund û 110 mezrayan hatin girtin. 
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 27, 2022 13:20 Asia/Tehran
  •  Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 155 gund û mezrayan hate girtin

Li Colemêrg û navçeyên wê duh berfeke zêde barî û li navend û navçeya wê Geverê rêyên 45 gund û 110 mezrayan hatin girtin. 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Ji duh heta danê sibeha îro li Colemêrg û navçeya wê Geverê berfeke zêde bariya. Ji ber barîna berfa zêde, rêyên 45 û 110 mezrayên girêdayî navend û Geverê hatin girtin. Komên paqijkirina rêyan ên girêdayî Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên girtî dest bi xebatê kirin. Hat diyarkirin ku berf li navenda bajêr 10 û li cihên bilind jî 40 santîman barîye.