Îlon 18, 2022 14:37 Asia/Tehran
  • Teyip Temel: Çiyayê Cûdî ku cihê niştina keştiya Nûh e bi tofaneke mezin re rûbirû ye

Parlamenterê meclisa Tirkiyê, yê HDPê Teyip Temel derbarê birîna darên Şirnexê de dibêje, ewê li li dijî darên çiyayê Cûdî tê kirin xiyanetiya li axê ye.

Li bajarê Şirnexa Kurdistana Tirkiyê, tevî hemû nerazîbûnan jî, birîna daran hîn jî berdewam dike. Partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û parlementerên HDPê li hemberî birîna daran îro dest bi çalakiyekê kirin, lê ev çalakî rastî destêwerdana hêzên ewlehiyê tê û çalakî tê astengkirin.

Parlamenterê HDPê Teyip Temel ji K24ê re got: “Çiyayê Cûdî ku cihê niştina keştiya Nûh e û jê jiyan ji nû ve hatiye afirandin, îro bi tofaneke mezin re rûbirû ye.”

Teyip Temel herwiha got: “Xayîn darên sed salî dibirin û difiroşin, bi vê yekê jî xiyanetê li welat û axê dikin. Em ji bo welatê xwe û Kurdistanê biparêzin vê çalakiyên dikin, çendî destêwerdanê bikin û li me bidin, lê em dest ji vê axê bernadin. Ev ax, axeke pîroz e û ji bo gelê Kurd sembola azadiyê ye.”

Du sal in ji daristanên Şirnexê birîna daran ango talankirina daran berdewam dike. Partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl derdikevin qadan û dibêjn; êdî dest ji birîn û talankirina daran berdin û ew nerazîbûnên xwe bi çalakiyan nişan didin.

Serepeyv