Li Rihayê 565 parçe û pirtûkeke dîrokî hatin bidestxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i335821-li_rihayê_565_parçe_û_pirtûkeke_dîrokî_hatin_bidestxistin
Li Bîrecîka navçeya Rihayê (Şanlîorfa) ya Tirkiyê di operasyona ku hat kirin da 550 sike, 15 obje û pirtûka ku li gor nirxandinê ji dewra Sedsala Navîn maye, hatin bidestxistin. Gumanbarê ku hat binçavkirin, hat tewqûfkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 12, 2022 07:59 Asia/Tehran
  •  Li Rihayê 565 parçe û pirtûkeke dîrokî hatin bidestxistin

Li Bîrecîka navçeya Rihayê (Şanlîorfa) ya Tirkiyê di operasyona ku hat kirin da 550 sike, 15 obje û pirtûka ku li gor nirxandinê ji dewra Sedsala Navîn maye, hatin bidestxistin. Gumanbarê ku hat binçavkirin, hat tewqûfkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Ekîbên Şaxa Têkoşîna Qaçaxcîtî û Sûcên Organîze ya Fermandariya Cendirmeya Bajêr di kordîneya Serdozgeriya Komarê ya Bîrecîkê da xebat meşand û di çarçoveya xebatê da li navçeyê di navnîşanekê da berhemên dîrokî hatin tesbîtkirin.

Di operasyona ku li ser navnîşanê hat kirin da 550 polikên ku li gor nirxandinê ji dewra Roma û Bîzansê mane, 15 objeyên dîrokî û pirtûka ku li gor texmînê ji dewra Sedsala Navîn maye, hatin bidestxistin.

Gumanbarê ku hat binaçavkirin, bi destê dadgeriyê hat tewqûfkirin.