Dîmen - Li Wan û Meletiyê berhevkirina qeysiyan didome
Li Meletiyê cotkar qeysiyên xwe berhev dikin.
Li Tirkiyeyê 22 milyon darên qeysiyê hene û jê hema hema 9 milyon li Meletiyê ne.
Ekrem Doganê li navçeya Doganşehirê darên wî yên qeysiyan hene diyar kir li navçeyê berhevkirina qeysiyan gorî Meletiyê 25 roj dereng dest pê dike û got ku îsal rewş baş e.
Dogan destnîşan kir xebatkarên ku ji Şirnex û Urfayê hatine qeysiyên wî kom dikin û got ku niha li baxçeyê min 45 kes dixebitin.
Îdris Demirhanê ji Silopiya navçeya Şirnexê hatiye û qeysiyan berhev dike got ku ji bona debara malê û mesrefên mektebê 3 sal e di komkirina qeysiyan da dixebite.
Zelîha Kartala ji Silopiyê destnîşan kir 5 sal e vî karî dike û got ku ez tevî malbata xwe ji bona berhevkirina qeysiyan hatime Meletiyê.
Her wiha li Edremîta navçeya Wanê ji bo zivistanê jî bên xwarin qeysî li ber tavê tên hişkkirin.
Li navçeyê welatî ji darên xwe qeysiyan berhev dikin û qismekî wan ji bo xwe hiltînin û qismê din jî hişk dikin û difiroşin.
Li Taxa Elmaliyê jin bi pergala zibaretiyê alî hev dikin û dendikê qeysiyên berhevkirî derdixin û wan li şaneşîn û ser xaniyên xwe li ber tavê radixin.
Qeysiyên li ber tavê hişk dibin paşê tên berhevkirin û ew him tên firotin û him jî ji bo zivistanê tên rakirin.