Hezîran 22, 2022 08:59 Asia/Tehran
  •  Qeyûmê hikûmetê li Batmanê vê carê peykerê Cegerxwîn rakir

Şaredariya Batmanê ku niha di bin destê Qeyûmê hikûmeta Tirkiyê de ye peykerê helbestvanê navdar Cegerxwîn rakir.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Şaredariya Batmanê di sala 2007'an de li Parka "Kî ne Em" peykerê Cegerxwîn danîbû. Di 23'yê Adara 2014'an de kes an kesên nasname nediyar êrîşê peykerê kiribû. Niha Qeyûmê bi temamî ew rakir.

Li hemberî vê yekê duh Rêxistina HDP'ya Batmanê li ser avahiya rêxistinê daxuyanî da çapemeniyê. Hevşaredarên Batmanê ên ji peywirê hatine girtin Songul Korkmaz û Mehmet Demir, endamên TJA'yê (Tevgera Jinên Azad), Dayikên Aştiyê, nûnerên HDP'ya Batmanê û ji gel gelek kes beşdarî belavkirina daxuyanî bûn.

Hevşaredarê Batmanê yê ji kar hat girtin Mehmet Demir got ku di çarçoveya Plana Şark Islahetê de êrîşê hemû nirxên kurdan dikin.

Hevşaredar Korkmaz daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û got ku Qeyûm rejimeke faşîst e ku bi paradîgmaya yek ziman, yek ol, yek netew êrîşê Şaredarîtiya HDP'ê ku pirdengî diparêze dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku fikra ku li Bazîdê peykera Ehmedê Xanî, li Sêrtê pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan xira kir, îro li vir jî peykera Cegerxwîn ji holê rakir. Wisa hat gotin, "Kolan, kuçe û partên ku navên rewşenbîrên kurd lê ye radikin û navê Karabag li parkên Batmanê dikin. Navê Devlet Bahçeli li parkên Amedê tê kirin. Ev bêtehamulî wisa gihîştiye astek ku li gelek cihan konser û şano jî têne qedexekirin. Şaredarîtiya Qeyûmê destûrê nade folklora kurdî, çanda kurdî, xebatên li ser zimanê kurdî. Em dijî vê ferasetê ne û em şermezar dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Qeyûmê hat kirin ku peykera Cegerxwîn di kêliyek zû de deynin cihê wî.

Serepeyv