Erdoxan û Pûtîn bi rêya telefonê axivîn
May 31, 2022 09:57 Asia/Tehran
Serokên Tirkiye û Rûsiyê derbarê qeyrana Ukraynê ûalûgorên navçeyî axivîn.
Li gorî rapora TRT'yê. di gotûbêja telefonî ya roja Duşemiyê navbera Receb Teyib Erdoxan serokkomarê Tirkiyê û Vladîmîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyê, mijarên navçeyî bi taybet cenga Ukraynê û têkiliyên Tirkiye û Rûsiyê hatin vekolandin.
Li gorî daxuyaniya serokkomartiya Tirkiyê, Erdoxan di vê gotûbêjê da, tekezî li ser berxwegirtina hin tevdîran bi armanca kêmkirina dûhatên cenga Ukraynê û amadekirina rewşê ji bo pêkanîna aştiyê navbera Mosko û Kiyêvê kir.