May 30, 2022 10:45 Asia/Tehran
  • 21 saziyên kurdî li Tirkiyê li hemberî qedexeyên li ser çand û hunerê daxuyanî da

Van rojên dawî konserên bi kurdî, lîstikên şanoyê yên bi kurdî li Tirkiyê têne qedexekirin. Li hemberî vê qedexeyê 21 saziyê çandî yên kurdî daxuyaniyeke nivîskî belav kiri û ragihand, “Gelê kurd bi êrîş û qedexeyan dest ji zimanê xwe bernade.”

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Tora Ziman û Çanda Kurdî, NÇM, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê baska Amedê, Komeleya Wêjekarên Kurd, Federasyonên Komeleyên bajarên kurdan jî di nav de 21 sazî bi hev re daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dijmitatiya sîstematîk ku bi sedan salan e li hemerî zimanê kurdî berdewam dike, di van rojên dawî de bi betalkirina şano, konser û çalakiyên kurdî zêdetir bûye û wisa hatiye gotin, “Herî dawî duh şanoyeke kurdî li Tetwanê hate qedexekirin. Sedemên ku ji bo betalkirina konser û şanoyên kurdî tên nîşandan, tenê hincet in- meseleya bingehîn ev e ku gelê kurd li her derê xwedî li ziman û çanda xwe dertê.”

Hatiye gotin ku di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de careke din hate dîtin ku çand û zimanê kurdî xala gelê kurd a hevpar û bingehîn e û wisa hatiye gotin, di daxuyaniyê de hatiye gotin ku betalkirina şano û konserên kurdî hewlên dawî yên siyaseteke miflis in û wisa hatiye gotin, “Li hember van hemû qedexekirin û êrîşan em ê li her derê bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin, binivîsin, bi zimanê xwe yê dayîkê li her kuçe û kolanekê stranan bistrên û hunera xwe îcra bikin û bersivê bidin van êrîş û qedexeyan. Ev êrîş tenê dikarin ezma me ya parastin û pêşvekirina zimanê kurdî zêdetir bikin. Gelê kurd bi êrîş û qedexeyan dest ji zimanê xwe bernade. Em ê li hember van êrîşan di hemû qadê de zimanê xwe biparêzin.”

Serepeyv