May 14, 2022 15:54 Asia/Tehran
  •  Dewleta Tirkiyê komeke penaberên sûrî şand herêmên dagirkirî

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê ragihand ku hikumeta Tirkiyê beşa yekemîn a penaberên sûrî di deriyê sînor ê Girê Spî re derbasî herêmên dagirkirî yên Sûriyê kiriye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku hikumeta Tirkiyê beşa yekemîn a penaberên sûrî (nêzî 100 kes) di deriyê sînor ê Girê Spî re dersînor kirin. Ev yek di çarçoveya plana bicihkirina penaberên sûrî li herêmên dagirkirî de pêk tê, ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di Nîsana borî de ragihandibû.

Projeya niştecihkirinê ya Dewleta Tirkiyê wekî projeya herî metirsîdar a Dewleta Tirkiyê tê hesibandin ku parçekirina Sûriyê û guhertina demografiya herêmên dagirkirî û piştre tevlêkirina wan herêman ji Tirkiyê re, armanc dike.

Dewleta Tirkiyê di sala 1939'an de piştî siyasetên tirkkirin û asîmîlekirinê li dijî şêniyên resen, Lîwa Îskenderûn ji Sûriye qut kir û tev li xaka xwe kiribû.

Dewleta Tirkiyê bêdengiya civaka navneteweyî wek derfet dibîne û penaberên sûrî yên li axa wê bi kar tîne. Her wiha bi beşdarbûna komele û rêxistinên welatên dorhêla Kendava Farisê demografiya herêmên dagirkirî diguherîne, bi taybet ya Efrînê, bi armanca veqetandina wan herêman ji herêmên din ên Sûriyê.

Piştî daxuyaniyên rayedarên Dewleta Tirkiyê li ser projeya bicihkirina milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî, Dewleta Tirkiyê êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine, ji bo ku gelê wê koçber bike ku zemînekê ji projeya xwe ya niştecihkirinê re amade bike.

Serepeyv