Civîna sêyemîn a nûnerên Ermenistan-Tirkiyê
Nûnerên taybet ên Tirkîye û Ermenistanê bi armanca asayîkirina peywendîyên her du welatan civîyan.
Serdar Kiliç nûnerê Tirkîyê û Robîn Robîniyan Cîgirê Serokê Meclisa Ermenistanê li Vîyena paytexta Otrîşê hevdîtin pêk anîn.
Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê di daxuyanîyekê da ragihand ku nûnerên her du welatan derbarê rêyên avaker jibo lihevnêzîkirina her du welatan gotûbêj kirin. Êrîwan û Enqerê li ser destkevt û encama muzakireyên vê dawîyê ti daxuyanîyek nedan.
Wahan Honaniyan Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê jî berî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê, pêgirî kir: Wan basa diyarkirina sînoran nekirine û Êrîwanê niyeta wê nîne ku li ser sînorê hevpar bi Tirkiye re nîqaşan bike.
Şayanî gotinê ye ku tevî pêngavên du aliyan ji bo asayîkirina peywendîyên Enqere-Êrîwanê, gelê Ermenistanê rola Tirkîyê di şerê Qerebaxê da ji bîr nekirine.