Gotûbêja telefonî ya Wezîrên Karên Derve yên Îran û Tirkîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i333711-gotûbêja_telefonî_ya_wezîrên_karên_derve_yên_Îran_û_tirkîyê
Wezîrê Karên Derve yê Îranê di gotûbêjeke telefonî digel Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê da, pêgirî ser hevkarîya zêdetir a her du welatan di warê parastina jîngehê û kontrolkirin û sûdwergirtina durist ji çavkanîyên avê yên hevpar da kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 04, 2022 05:08 Asia/Tehran
  • Gotûbêja telefonî ya Wezîrên Karên Derve yên Îran û Tirkîyê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê di gotûbêjeke telefonî digel Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê da, pêgirî ser hevkarîya zêdetir a her du welatan di warê parastina jîngehê û kontrolkirin û sûdwergirtina durist ji çavkanîyên avê yên hevpar da kir.

Husên Emîr-Ebdulahîyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Mewlûd Çavûşoglu Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê di peywendîyeke telefonî da, derbara dawîn alûgurên peywendîyên dualî û hin meseleyên herêmî û navnetewî da gotûbêj û rawêjkarî kirin.

Emîr-Ebdulahiyan herwiha pêgirî ser girîngîya çareserkirina pirsgirêkên mayî di vî warî û pêwîstîya lezandina hevkarîyên dualî di çarçova ``lijneya hevpar a avê`` da li gorî girîngîya mijara guherînên av û hewayê û jîngehê kir.

Mewlûd Çavûşoglu Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê jî di vê peywendîya telefonî da, amajeyî peywendîyên baş ên di navbera her du welatên cînar û bira da kir û got ku li gorî rêkevtinama vê dawîyê, ew dê meselên têkildarî jîngehê û kontrolkirin û sûdwergirtina durist ji çavkanîyên avê yên hevpar bi saya dezgehên têkildar li Tirkîyê û domandina civînên lêjneya hevpar a avê bişopîne.