Piştgiriya Tirkiyê ji Konseya Serokatiya Yemenê re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i333125-piştgiriya_tirkiyê_ji_konseya_serokatiya_yemenê_re
Wezareta Derve ya Tirkiyê piştgirî da avakirina konseya serokatiyê li Yemenê û veguhestina desthilata Mensûr Hadî ji bo vê konseyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 10, 2022 04:53 Asia/Tehran
  • Piştgiriya Tirkiyê ji Konseya Serokatiya Yemenê re

Wezareta Derve ya Tirkiyê piştgirî da avakirina konseya serokatiyê li Yemenê û veguhestina desthilata Mensûr Hadî ji bo vê konseyê.

Li gorî rapora kanala radyo û televizyona TRT`ê, wezareta karên derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de, amaje bi avakirina konseya serokatiyê li Yemenê kir û îdia kir ku avakirina vê encûmenê (konseyê) dê bibe sedema parastina agirbestê di navbera hemû aliyan de û dê bibe sedema destpêkirina proseya çareseriya siyasî.

Wezareta derve ya Tirkiyê herwiha di daxuyaniya xwe de pêgîrî dike ku Tirkiye dê piştgiriya cîbicîkirina qanûna bingehîn a Yemenê, yekparçeyiya axa wê û hewlên çareserkirina nakokiyên navxweyî bi rêya diyalogê bike.

di vê navberî de Mihemed Elî El-Hûsî, endamê Encûmena Bilind a Siyasî ya Hikûmeta Rizgariya Niştimanî ya Yemenê, endamên wê Konseyê weke kirêgirtiyên Erebistana Siûdî bi nav kir û diyar kir ku avakirina vê konseyê ti pêwendiya xwe bi Yemenê re tine û ew bi tenê ayidî erebistana siûdî dibe û di dewamê de ji Erebistana Siûdî xwest dest ji xapandinê berde.