Adar 29, 2022 15:35 Asia/Tehran
  • Dewlemendên ûris li Tirkiye dest bi kirîna xaniyan kiriye

Piştî cezayên ku ji aliyê gelek welatan ve li ser Rûsyayê hatîn sepandin dewlemendên Rûsiyê dixwazin pereyê xwe li welatên din bixin kar yek ji wan welatan jî Tirkiye ye.

Li gorî nûçeya Reuters'ê, dewlemendên Rûsiyê li Tirkiye û Dubeyê dest bi kirîna mal û milkan kiriye û di veguhestina dirav de pereyê pêşin, zêr û kripto bi kar tînin.

Şirîkê kompanya Golden Sign Gul ku 5-6 ofîsên xwe yê kirîn û firotina milk û xaniyan li Stenbolê hene dibêje, di nava rojên dawî de ji her 10 nikirrên me 7 jê ûris in.

Herwiha Gul dibêje “Heftiyek -10 roj in firotina xaniyan gelek zêde bûye. Rojane em 7-8 xaniyan difiroşin ûrisan ev hêjmar ne kême.”

Serepeyv