Adar 27, 2022 20:35 Asia/Tehran
  • Tirkiye: Divê cîhan pirên li pişt Rûsyayê hilneweşîne

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê daxwaz kir ku giliyên Rûsyayê yên di dosyaya nakokiyên bi Ukraynayê re bên guhdarîkirin û hevdîtinên bi Moskowê re dewam bikin.

Aboriya Tirkiyê ku berê ji ber krîza diravî ya di Kanûnê de ketibû tengasiyê, bi giranî hewcemendê enerjî, bazirganî û tûrîstên Rûsyayê ye û ji destpêka şerê Ukraynayê ve di 24ê Sibatê de bi hezaran Rûs herikîn Tirkiyê, ku ev welat ji xwe re sitagehek li hemberî boykot û sizayên welatên rojavayê yên dijî Rûsyayê dîtin.

Herwiha ji aliyê siyasî ve jî helwesta Tirkiyê nêzîkî helwesta Ukraynayê ye, ji ber wê jî Enqere heta niha hewl daye di pêwendiyên Moskow û Kîev de rola navbeynkariyê bilîze.

Reuters’ê ragihand ku berdevkê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin îro Yekşemê di Civata Navdewletî ya Duhayê de got: Divê Enqere û hikûmetên din bi Rûsyayê re biaxivin da ku ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê alîkariya xwe bikin û di heman demê de, Kîev ji bo parastina xwe hewcedarê piştgirîyek zêdetir e.

Kalîn herwiha got: "Eger hemû pirên bi Moskowê re bên şewitandin, wê demê kî dê di dawiyê de bi wan re biaxive? Ji bo ku ukraynî bikarin xwe biparêzin divê bi her awayî destekê bidin wan.Lê divê doza Rûsyayê bi her awayî were dîtin da ku giliyên wan bêne bihîstin, her çend ku ew ne rewa jî bibin."

Serepeyv