Adar 27, 2022 12:32 Asia/Tehran
  • Vekirina mecburî ya dibistan û navendên perwerdeyê li Tirkiyê

Dibistan û navendên perwerdehiyê yên Tirkiyê ji destpêka vê sala xwendinê ve hatin vekirin û divê xwendevan li ser kilas û sinfên xwe yên dersê amade bibin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB Newsê li Enqerê, Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê bi şertê şopandin û berçavgirtina rêkarên tenduristiyê û temamkirina pêvajoya derzîkirina xwendekar û mamosteyan a vaksîna Koronayê, destûra vekirina mecbûrî ya dibistan û navendên perwerdeyê da.

Dibistanên Tirkiyê bi saya derzîlêdanên giştî û berçavgirtina rîkarên tenduristiyê yên mecbûrî  di rewşekê de ji nû ve tên vekirin ku hejmara kesên ku ji destpêka vê sala xwendinê vir ve bi koronayê ketine û pê mirine ji du salên ewil ên belavbûna Koronayê  li wî welatî, gelek zêdetir e.

Li gorî zagonên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê, temamkirina dozên vaksîna koronayê ji bo mamosteyan ferz e û ger pêvajoya vaksînlêdanê neqede, divê mamoste û xebatkarên navendên tenduristiyê her du rojan carekê testa koronayê ya neyînî pêşkêş bikin.

Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê ji bo kontrolkirin û  şopandina rewşa dawî ya belavbûna vîrusa koronayê li dibistanên Tirkiyê sîstemeke elektronîkî ava kiriye.

Serepeyv