Adar 27, 2022 09:21 Asia/Tehran
  • Bandora şerê Ukrayna û Rûsyayê li ser hinardeya Tirkiyê

Şerê  Rûsya û Ukraynayê her diçe zêdetir bandorê li bazirganî û aboriya Tirkiyê dike.

Li kargeheke sebze û fêkiyan a li Antalyayê, salane 1500 konteynirên fêkî û sebze ku ji sedî 80ê berhemên wê yên hinardeyê pêk tîne, bo Rûsyayê hinarde dikir. Lê piştî şer derxistina Rûsyayê ji sîstema navdewletî ya veguhestin û gihandina pereyan SWIFTê, hinardeya kargehê rawestandiye û xwediyê wê nîgeran kiriye.

Karsaz Ramazan Keskin dibêje “Bi rêya bankeyan pere dihatin. Piştî şer ji ti bankeyeke Rûsyayê bi ti awayî pere nayên. Ji ber ku sîstema SWIFT girtî ye bi ti awayî pere nayên şandin. Niha pêşbiniyek me nîne û em nizanin dê bazirganî çawa berdewam bike.”

Pirsgirêkên hinardeyê zerareke zêde ya maddî dighîne cotkaran jî. Huseyn yek ji cotkarên Antalyayê ye. Bi salan e vî karî dike. Ji ber pirsgirêkên hinardeya bo Rûsya û Ukraynayê neçar maye berhemên xwe dedora ji sedî 80 bi bihayê  kêmtir bifiroşe.

Cotkarê Antalyayê Huseyn got “Ez wiha bibêjim ji dema hinarde rawestiya ye, min 20 ton bacanên sor firotine. Min destpêka vê rewşê bi 18 lîreyan difrotin, piştre nirx daket 10 lîreyan û min berhemê xwe bi 10 lîreyan hinarde kir. Ji 20 ton mal 160 hezar lîre zerera min heye. ”

Tirkiye salane zêdeyî 3 milyar dolar sebze û fêkî hinarde dike. Ji vê bi bihayê milyarek û 200 milyon dolar bo Rûsya û bi bihayê 220 milyon dolar jî bo Ukraynayê. Ji destpêka şer ve hinardeya sebze û fêkî ji Tirkiyê bo Ukraynayê bi temamî rawestiya ye û asta hinardeya bo Rûsyayê jî zêdeyî ji sedî 50 kêm bûye.

Serepeyv