Adar 17, 2022 23:10 Asia/Tehran
  • Erdogan: Poland bo koçberên şer bûye mînak

Serokomarê Tirkiyê piştî civîna xwe ya ligel Serokomarê Polandê ragihand, ku Poland bi vekirina deriyên xwe yên sînorî bo zêdeyî 2 milyon koçberên şer bûye yek ji welatên mînak.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokomarê Polandê Adrzej Duda piştî civîna xwe ya li Koşka Çankaya ya li Enqera paytexta Tirkiyê civîneke hevbeş a çapemeniyê saz kirin.

Serokkomarê Tirkiyê amaje bi wê yekê da ku wî  di civîna xwe ya ligel Serokomaarê Pollandê de, li ser peywendiyên dualî yên di navbera herdû welatan de û pêşhatên dawî ên şerê Rûsya û Ukraynayê  gotûbêj kirine û dibêje “Me weke du hevpeymanên NATOyê nêrînên xwe ji hev re gotin. Ji xwe di 24ê mehê de careke din li Brukselê  lûtkeya serokên NATOyê tê saz kirin, em dê di wê lûtkeyê de jî li ser gotûbêjên xwe berdewam bin. Ji xwe rewşa di navbera Rûsyayê û Ukraynayê de berdewam e. Em dê di wê lûtkeyê de weke du welatên hevpeyamnên NATOyê li ser avêtina pêngavên di vî warî de careke din birawestin.”

Erdogan ragihand ku Poland bi vekirina deriyên sînorê xwe bo  nêzîka du milyon koçberên ku ji ber şer reviyane helwêsteke mînak nîşan daye û got “Ez ji ber vê mêhvandariya wan spasiya dostê xwe Duda dikim.”

Rûsyayê di van mehên dawî de pêşniyara dayîna garantiyên ewlehiyê dabû Amerîkayê û NATOyê û derbarê berfirekirina NATOyê li Rojhilatê Ewropayê jî hişyarê dabû, lê ev pêşniyar hat redkirin û hişyariya wê jî piştguhkirin. Ev mijarên hanê li kêleka daxwazên bi dû hev ên Ukraynayê ji bo endambûna di nav NATOyê de bûn sedem ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 24ê Sibatê de fermana êrîşa ser Ukraynayê bide.

Recep Tayyîp Erdogan herwiha behsa bazirganiya Tirkiyê ya ligel Polandê jî kir û ragihand “Asta bazirganiya me tevî rewşa belevbûna Coronayê ji sedî 28 zêdebûye û gijhiştiye 8,3 milyar dolar. Em gelek nêzîkî armanca xwe ya 10 milyar dolar bûne.”

Serepeyv