Adar 16, 2022 23:15 Asia/Tehran
  • Serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê bo Rûsya û Ukraynayê

Wezîrê Derve yê Tirkiyê bi armanca navbeynkariyê diçe Rûsya û Ukraynayê.

Provokasyonên rojavayî yên li Ukraynayê di dawiyê de bû sedema şer û pevçûnê. Gelek welatan hewl dane navbeynkariyê bikin ji bo aştî û bidawîkirina şerê li Ukraynayê, lê heta niha bi ser neketin. Serokê Rûsî Vladimîr Pûtîn roja Duşemê (21ê Sibatê) rexne li Rojava girt ji ber guhnedana xemên ewlekarî yên Moskowê û got ku welatê wî serxwebûna Donetsk û Luhansk li Donbasê nas dike.

Li gor rapora ajansa nûçan a Rojnamevanên Ciwan, Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê ragihand ku Mewlûd Çavûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê rojên çarşem û pêncşemê vê hefteyê seredana Rûsiya û Ukraynayê dike.

Erdogan ev gav ji bo Ukrayna û Rûsyaya ku di şer de ne wek hewldana ji bo navbeynkarî û agirbestê bi nav kir.

Tirkiye endamê NATOyê ye û bi Rûsya û Ukraynayê re têkiliyên baş hene. Di heman demê de hewl dide ku pêbaweriya xwe wekî lîstikvanek herêmî di navbeynkariya şer de zêde bike.

Tirkiye navbeynkariya her du welatan dike ku ji aliyekî ve mezintirîn sermayeguzarê biyanî ye li Ukraynayê û ji aliyê din ve jî piraniya gaza xwe ji Rûsyayê dikire.

Hefteya borî, Antalya mazûvaniya yekemîn hevdîtinên di navbera Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitriy Kolba ji destpêka operasyona leşkerî ya Rûsyayê ve kir, ku tê de her du alî negihîştin rêkeftinekê li ser agirbestê.

Serepeyv