Adar 13, 2022 14:00 Asia/Tehran
  • Amadebûna Ermenîstanê ji bo vekirina sînorên xwe bi Tirkiyê re bê şert û merc

Serokê karûbarên dîplomasî yê Ermenistanê tekezî li ser amadebûna Êrîvanê ji bo asayîkirina peywendiyên bi Enqerê re û vekirina sînoran bê şert û merc kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, wezîrê karên derve yê Ermenistanê êvariya Şemiyê bi dema Tehranê ragihand ku li hevdîtina tev Mewlûd Çawûşolu wezîrê karên derve yê Tirkiyê li çarçova Korbenda Dîplomasiya Antalyayê, her duyan amadebûna xwe ji bo berdewamiya pêvajoya asayîkirina peywendiyan nîşan dan, bêyç ti şert û mercekê.

Tirkiye ji salên 1990î ve bi Ermenîstanê re têkiliyên dîplomatîk û bazirganiyê tune ye, lê her du aliyan di meha Çile de di hewldana xwe ya yekem de ji bo vegerandina têkiliyan piştî peymana aştiyê ya 2009-an ku qet nehat pejirandin, hin hevdîtin û gotûbêj pêk anîn.

Her du welatan danûstandinên Çileyê erênî û avaker bi nav kirin û gotin ku ew ê perspektîfa vejîna têkilî û vekirina sînoran biafirînin.

Her du welat li ser çend mijaran li hev nakin, ya herî girîng ew e ku 1,5 mîlyon mirovên ku Ermenistan dibêje di sala 1915 de ji aliyê Împeratoriya Osmanî ve hatine kuştin. Ermenîstan jê re jenosîd dibêje, Tirkiye jî qebûl dike ku di Şerê Cîhanê yê Yekem de gelek ermeniyên ku li Împaratoriya Osmanî dijiyan di pevçûnên bi hêzên Osmanî re hatine kuştin, lê van jimareyên ku ermenî dibêjin qebûl nake û van kuştinan weke sîstematîk û qirkirin û nijadkujî nabîne.

Rageşiya di navbera Tirkiye û Ermenîstanê de jî di şerê Baku-Yêrêvanê ya sala 2020’an de li ser herêma Qerebaxê zêde bû.

Serepeyv