Xwenîşandana çend hezar kesan li Tirkîyê dijî jordabirina bihaya ceryanê
Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku li Tirkîyê bi hezaran kes daketin kolanan û nerazîbûna xwe himberî jordabirina bihaya ceryanê ku ji destpêka salê va didome, nîşan dan.
Gelê Tirkîyê sala 2022 bi jordaçûna nişkêveyî ya bihaya ceryan, mazot, bênzîn û kel û pelên bingehîn destpê kir.
Ligorî rapora Rojnama Duvar`ê, li Izmîr, Dîyarbekir û Mêrdînê xwenîşander daketin kolanan û nerazîbûna xwe himberî jordabirina bihaya ceryanê nîşan da.
Li Qiziltepeya Mêrdînê jî girseya gel bi durişman ragihand ku divê Erdogan wêda here. Çend kes jî piştî êrişa ser maşînên polîsan hatin desteserkirinê.
Partîya Karkeran a Tirkîyê jî di daxûyanîyekê da ber avahîya Şirketa Belavkirina Ceryanê ya Gedîzê, xwenîşandanek li Istenbolê bi rê xist.
Kemal kiliçdaroglu Serokê CHP jî berî vîya dewleta Tirkîyê û şexsê Receb Teyîb Erdogan Serokomarê vî welatî û Serokê AKP ji ber jordabirina bêmînak a bihaya ceryanê dabû ber rexneyan.
Kiliçdaroglu bi teniştokekê wiha got: Biryara jordabirina bihaya cryanê Erdogîn xwe da ye ne zilhêzên bîyanî.
Herwiha daketina bihaya diravê Tirkîyê himberî dolarê amerîkî û derbasbûna asta zamê ji sedî 37ê bûne sedema nerazîbûna gelê vî welatî.
Ji ber daketina bihaya lîrê tirka û hejartirbûna gel, asta hebandina Erdogîn di nava gel da jî bi awayekî bêmînak daketîye.