Qeyrana enerjiyê ji ber sînorsariyên hatûçûnê li Tengerêya Hurmizê di cîhanê de
Dewama sînordariyên hatûçûna gemiyan li Tengerêya Hurmizê ji ber jordaçûna kêşeyên Amerîkayê dijî Îranê bûye sedem rewşa veguhestina enerjiyê, kûdên kîmyewî û madeyên pîşeyî di cîhanê de rastî pirsgirêkê ve were. Birêvebirê Kompaniya Aramkoyê jî ragihand ku cîhan ji ber alûgorên vê dawiyê 2.6 Mîlyard bermîl nift ji dest daye.
Di rapora mehane ya dawî ya Navenda Bazirganiya Navneteweyî de wiha tê gotin: Sînorkirin û dorpêçkirinên li ser vê rêya avê ya stratejîk bazirganî kêm kiriye, demên radestkirinê dirêj kiriye û lêçûnên veguhastin û sîgorteyê zêde kiriye. Li gorî navendê, bandorên vê rewşê ji herêma Kendava Farisê wêdetir diçin û ji bilî beşa enerjiyê ku bi awayekî berfireh balan kişandiye ser xwe, bazirganiya kûd û gubreyan jî di xetereya herî mezin de ye. Navenda Bazirganiya Navneteweyî hişyarî da ku her çend pergala bazirganiya cîhanî heta niha berxwedanek berbiçav nîşan daye, digel ku karsazî ji bo kêmkirina rîskê ber bi dabînkerên alternatîf ve diçin û rêyan ji nû ve diguherînin, bazirganiya cîhanî û mezinbûna aborî dê bi nezelaliyek zêde re rû bi rû bimînin heya ku astengiyên barkirinê berdewam bikin.
Ji aliyekî din ve, Emîn Hesen Nasir, birêvebirê Kompaniya Aramko ya Erebistanê, di hevpeyvînekê de bi Reuters re got: Ji ber pêşketinên dawî, cîhanê zêdetirî 2.6 milyard bermîl bift ji dest daye û ji bo dagirtina rezervan dê nêzîkî 18 mehan dem pêwîst be. Raporta Reutersê wiha domand: Hinardekirina nifta xav a Erebistana Siûdî ji bendera Yenbei ya li Deryaya Sor hêdî bûye ji ber ku operasyonên Yemenê zêde bûne. Şîrketa Energy Aspects(Enerjî Êspêkts) jî di raporekê de ragihand: Operasyonên barkirina niftê li bendera Yenbei ya li Erebistana Siûdî kêm bûne û gelek tankerên Siûdî niftê li Yenbeiê bar dikin dema ku wergirên wan ên pergala nasnameya otomatîk (AIS) girtî ne.