Peykerên Edalet û Ataturk li Tirkiyê hatin şewtandin
Rojekê piştî êrişa ser peykera Ataturk li Samsonê, peykera nasiyar bi Edaletê li Edirnê jî ji hêla kesên nenas va hat şewitandin.
Roja îniyê peykera nasiyar bi peykera Edaletê li meydana Edaletê li navça Ûzûn Kûprûya bajarê Edirnê ji hêla kesên nenas va hat şewitandin.Rrojekê piştî viya jî peykera mezin a Mustefa Kemal Ataturk, xîmdarê Tirkiyeya nû li bajarê Samsonê ket ber êrişa kesên nenas.
Li gor nivîsna Cinhûriyetê, Ozlem Bêcan şaredara navça OzûnKûprû bi weşanina hin wêneyên şewitandina peykerên li halê şewitînê nivîsî: Êrişa ser peykeran nîşana tirsa ji erzişên temsîlbûyî li van peykeran e.
Kemal kiliçdaroglu serokê CHP jî li berteka li hember êrişên vê dawiyê ser peyker û bîranînên Ataturk, armanca kirêgirtiyên hikûmetê ji vî karî, guhertina mijarên siyasî yên di rojevê de li welêt û derxistina nakokiyan da zanîn.
Hêjayî gotinê ye xelkê bajarê Samsonê ev du roj in dore dor li derdora peykera Ataturk zêrevaniyê dikin da ku kesek cardinê êrişî wir neke.