Çile 14, 2022 15:35 Asia/Tehran
  • 19 rêveberên berê yên Polîsê Tirkiyê hatin girtin

Dozgeriya taybet a têkoşîna dijî terorê ya Enqereyê, biryara girtina 19 rêveberên berê yên Polîsê vî welatî da.

Li gorî rapora malpera Rojnameya Miliyetê, Biryara girtina van kesan ku hemû pêştir ji teşkîlata polîs hatine derxistin, di çarçova lêkolînên derbarê organîzekirina Koma Gulen hatiye dayîn.,

Hêzên Rêveberiya têkoşînaa dijî sûcên rêxistinkirî ya Polîsê Tirkiyê berbanga Îniyê operasiyonek bi awayê hevdem li 12 parêzgehên vî welatî ji bo girtina van kesan dest pê kir.

Ji dema darbeya serneketî ya dijî dewleta Tirkiyê di Tîrmeha slaa 2016an va, hêzên ewlehiyê yên vî welatî heta niha bi dehan hezar ji welatî û çekdarên Tirkiyê têkildarî Koma Gulen û vê darbeyê girtine û ew mehkeme kirine.

 

Serepeyv