Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Kujerê Enes AKP ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i331357-meclîsa_ciwanan_a_hdp'ê_kujerê_enes_akp_ye
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê têkilî Enes Kara ku xwe kuştibû daxuyanî da, diyar kir kujerê Enes Kara AKP-MHP ye û bang li ciwanan kir ku têkoşînê geş bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 13, 2022 05:20 Asia/Tehran
  • Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Kujerê Enes AKP ye

Meclîsa Ciwanan a HDP'ê têkilî Enes Kara ku xwe kuştibû daxuyanî da, diyar kir kujerê Enes Kara AKP-MHP ye û bang li ciwanan kir ku têkoşînê geş bikin.

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkilî xwekuştina xwendekarê zanîngehê Enes Kara ku li Zanîngeha Xarpêtê beşa Tibê dixwend û ji ber zextên cemeatê xwe kuşt daxuyanî da.

Meclîsa Ciwanan a HDP'ê got, ''Xwekuştina hevalê me Enes xeleke dawî ya tundiya sîstematîk a li ser ciwanan e. AKP ya ku ji roja hatî ser desthilatê ve ciwanan dike hedef û ciwanan dike mehkûmê wargehên tarîkan, kujerê Enes e.''

Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bi berdewamî bang li hemû ciwanan kir ku di bin banê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de têxistinî bibin û li dijî polîtîkayên AKP'ê têkoşînê geş bikin.