Yekîtiya Bijîşkan a Tirkiyê vaksîna Turkovac'ê biguman zanî; Erdoxan: Hûn derewker in!
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i331290-yekîtiya_bijîşkan_a_tirkiyê_vaksîna_turkovac'ê_biguman_zanî_erdoxan_hûn_derewker_in!
Serokomarê Tirkiyê bi giranî ji Yekîtiya Bijîşkan a Tirkiyê ku hin şik û guman û nediyarî di pêvajoya çêkirina vaksîna Turkovac'ê da hilêxistibûn, rexne kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 10, 2022 08:55 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Bijîşkan a Tirkiyê vaksîna Turkovac'ê biguman zanî; Erdoxan: Hûn derewker in!

Serokomarê Tirkiyê bi giranî ji Yekîtiya Bijîşkan a Tirkiyê ku hin şik û guman û nediyarî di pêvajoya çêkirina vaksîna Turkovac'ê da hilêxistibûn, rexne kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Receb Teyîb Erdoxan, serokomarê Tirkiyê roja Şemiyê di axaftinekê li merasima vekirina Hesinrêya bilez a Qûniye-Karamanê tevî rexneya giran ji Yekîtiya Bijîşkan a Tirkiyê, got: Hûn sextekar û derewker in. Gelo wek Yekîtiya Bijîşkan a Tirkiyê, heta niha destkefteke we hebûye?

Serokomarê Tirkiyê xitabî Yekîtiya Bijîşkan a vî welatî got: We tu wextî berevaniya kesên ku li nexweşxaneyan wek dîl dihatin girtin, nekir.