Kanûn 31, 2021 23:29 Asia/Tehran
  • Çavuşolu: Pêvajoya asayîkirina peywendiyên Tirkiye û Ermenistanê berdewam dike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê derbarê berdewamiya hewlên ji bo asayîkirina peywendiyên vî welatî ligel Ermenistanê xeber da.

Li gorî rapora roja Îniyê ya ajansa nûçeyan a Tasnim`ê, Çavuşoglu got: "Nûnerên her du welatan îhtîmal e di meha Çile de bicivin."

Di hefteyên dawî de Tirkiye û Ermenîstanê ji bo normalkirina peywendiyên xwe nûnerên taybet destnîşan kirin.

Di vê derbarê de, Wezareta Aborî ya Ermenîstanê jî ji rakirina ambargoya li ser kelûpelên Tirkiyê bo wî welatî xeber da û ragihand, ji sibê (1ê Çile) ve dê ambargoya li ser berhemên Tirkiyê ku salek beriya niha hatibû sepandin, radibin.

Piştî ku Tirkiyê di şerê Qerebaxa Çiya ya di sala 2020an de di navbera Ermenistan û Komara Azerbeycanê de piştgirî da Bakûyê, 1’ê Çileya 2021’an ev ceza ket meriyetê.

Têkiliyên Ermenistan-Tirkiyê hem ji babeta dîrokê ya tevkujiya ermeniyan bi destê tirkên Osmanî, hem jî ji ber piştgiriya Enqerê ji Komara Azerbaycanê di şerê Qerebaxa Çiya ya bi Ermenîstanê re aloz bûne.

Serepeyv