Îdiaya Erdogan a derbarê pêşketina aboriya Tirkiyê de
Serokomarê Tirkiyê careke din îdia kir ku aboriya welêt ber bi pêşve diçe û di pêşerojê de dê bibe yek ji 10 aboriyên herî mezin ên cîhanê. Di vî halî de Îdia kir ku bilindbûna nirxê pereyên biyanî li hemberî Lîreya tirkî demkî ye.
Li gorî malpera rojnama Sabah a Tirkiyê, “Recep Teyib Erdogan” bi helkefta hatina sersala 2022 careke din di peyameke pîrozbahiyê de soz daye bi hedefên ku ji bo sala 2023’an hatine destnîşankirin, Tirkiye wê bibe yek ji 10 aboriyên herî mezin ên cîhanê.
Erdogan îdia kir ku Tirkiyeya nû ji ber demokrasiya xwe ya bi hêz û şert û mercên rast ji bo pêşketinê bi biryar e ku pêşeroja xwe bi xwe diyar bike.
Serokomarê Tirkiyê bal kişande ser berdewamiya hewlên ji bo guhertina aborî li Tirkiyê û got: Ev demeke dirêj e aboriya welatê me hatiye armanckirin û ji ber wê jî rastî pirsgirêkên neçaverêkirî hatiye.
Erdogan herwiha iro beşdarî 12emîn Kongreya Giştî ya Asayî ya Komeleya Karsazên Şêrên Anadoluyê bû û derbarê daketina careke din a nirxê lîreyê Tirkî got: “Bilindbûna pereyên biyanî demkî ye.”
Serokomarê Tirkiyê îdia kir: “Ji pereyên biyanî bo lîre vegereke zêde çê bû û ev dê berdewam be. Em li ser aboriyê şerê hebûnê didin. Bi rêya nirxê pereyên biyanî çek nîşanî me dan, lê biser nakevin. Çeka me hê bi hêz e, çeka me Nas e.”
Erdogan dibêje: “Me bilindbûn û daketina nirxê pereyên biyanî bi şêweyekî girîng kontrol kir. Ji ber dawiya salê ye, bilindbûna pereyên biyanî demkî ye. Em çaverê dikin ji serê salê pê de nirxê pereyên biyanî weke destpêka vê hefteyê di asteke guncaw de raweste. Ji bo vê seqamgiriyê em ê derfetên di destê xwe de bikar bînin.”