Her ku diçe populerbûna Erdogan kêm dibe
Encamên anketeke nû ya li Tirkiyê nîşan dide ku populerbûna Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê her ku diçe kêm dibe.
Li gorî rojnama City Times a Yewnanîstanê, populerbûna Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li gorî hevrikên wî yên muhtemel ên di hilbijartinên pêşwext ên serokomariyê de, Şaredarê Enqerê Mensûr Yavas û Şaredarê Stenbolê Akram Îmamoglu, kêm dibe.
Li gorî anketa meha Kanûnê ya navenda anketê ya Metropol Research ku li Tirkiyê ye, populerbûna şaredariya Enqerê Yavas ji sedî 54.4 e, lê populerbûna Erdogan ji sedî 32,9 ye.
Heman tişt ji bo hevrikê din ê Erdogan Îmamoglu ku niha şaredarê Stenbolê ye jî wiha ye. populerbûna Îmamoglû ji sedî 48,7 ji serokomarê niha yê Tirkiyê ku ji sedî 36,6 ê dengên anketê bi dest xistiye, zêdetir e.
Li gorî vê rapirsiyê, populerbûna her du partiyên sereke yên opozisyona Tirkiyê ku li dijî Erdogan hevpeymaniyek pêk anîne, ji rêjeya hevpeymaniya desthilatdar a AKPê û partiya nejadperest a MHPê zêdetir bûye.